Rojava News: Doh saziya îstixbara Îranê Îtleat girte ser gundekî bajarê Merîwanê ye Rojhilatê Kurdistanê û gundî binçav kirine.
Çend roj berî niha jî du kesên xelkê vî gundî yê bi navê Omêd Perhîzkar(27) û Nasîh Perwazî(40) ji aliyê hêzên ewlahiya Îranê ve hatin binçavkirin.
Li gor çabkaniyên herêmî, dibejin Fatih Mînûyî berî niha jî ji aliyê Îtleate ve hatiye daxwaz kirin ku were beregehê wan yê li herêmê.
Li gor pêzanîna heta niha jî kes nizana ke bê ev 3 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê çima hatiye girtin.
Dezgehên ewleyiya Îranê livûtevgerên hêzên Kurdistanê yên vî du mehe dawiyê ji xwere kiriye behanê û çalakvanên medenî û siyasi digrin.