Rojava News :beriya çend roja çekdarên YPG baskê leşkerî yê PYD erîşî gundê Bab Mehmûd kir û 3 ciwan ji wî gundî girt.
Rêxistina Dengê Girtiya ragihand :ku girupek ji çekdarên YPG baskê leşkerî yê PYD, derengî şevê êrîşî gundê Bab Mehmûd yê bi ser Dirbisiyê ve kir, û sedema vê êrîşî ji xelekê re eşkere ne kir.
Li gorî rêxistina navborî rojekê piştî wê buyarê û ji bo naskirina sedema wê êrîşî, sê ciwan ji gundê navborî serdana mala Gel ya bi ser PYD ve li gundê TilKerem kirin, lê pyd ew ciwan bi hincenta ku wan gotinên nexweş ji wan re kirine, girtin.
Rêxistina Dengê Girtiya eşkere kir ku ew her sî ciwanên girtî yên bi navê )Mehmûd Îsa Qado, Zahir hac Mehmûd û Raxib Şêx Ebdî( çarenivîsa wan hîn ne diyare.
Nalîn Hesen