Print this page

Hêza Pêşmerge êrişa DAÎŞê şikand

RojavaNews :Li eniya Giwêr Hêza Pêşmerge êrişeke DAÎŞê şikand û jimareyek terorîstên wê rêxistinê kuştin.

Îro danê êvarî terorîstên DAÎŞ’ê li nêzîk bajarokê Giwêr êriş Pêşmergeyan kirin lê Pêşmege bi tundî bersîvdan.

Hat zanîn ku di vê bersîva tund ya Pêşmergeyan da DAÎŞê ziyanik mezin dît ku zêdetir ji pênç terorîstên DAÎŞ’ê hatin kuştin û termên wan  li ber sengerên Pêşmerge ketine.