Print this page

Li eniya Guwêrê pêşmergeyek şehîd bû

Rojava News: Li eniya Guwêrê ya Başûrê Kurdistanê, di encama şerê Pêşmerge û DAIŞê de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, di wî şerî de pêşmergeyek jî şehîd bû.

 

Duh danê êvarê li eniya Guwêrê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê êrişa wan hat şikandin.

 

Li ser wî şerî, fermandeyê eniya Guwêrê Cemal Mortke ji Rûdawê re gotiye, çekdarên DAIŞê derdora saet 19:00 xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge kirin û li aliyê pira Guwêrê ve êriş kirin lê hêzên Pêşmerge bersivek tûj dan wan.

 

Cemal Morte diyar kir ku di wî şerî de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî alîkarî dan Pêşmerge û êrişa DAIŞê bi temamî hat şikandin.

 

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di şerê han de herî kêm 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, otomobîleke wan jî hat şewitandin.

 

Hat gotin ku di wî şerî de pêşmergeyek jî şehîd bûye û 2 pêşmerge jî birîndar bûne.