5:58:55 PM
RojavaNews : Hevrêzkarê giştî yê tevgera çaksaziya Kurdî Fêsel Yûsif got" bandore destêwerdana nav dewletî li navçeyên Kurdî bi yek rêziya helwêsta Kurdan ve girêdayî ye ya ku dihêle dest dirêjî li ser navçe u mafên Kurdan bê sînorkirin û qedaxekirin bi rêya beywendiyan li gel hêzên navdewletî yên ku xwedî bandor in li ser kirîza Sûriyê".
Yûsif herweh ragihand "ku Li gorîmin ji berjewendiya turkiya û Emerîkayê ye ku operasyoneke leşkerî li dijî DAIŞê pêkbîne ji ber ku Emrîka bi xwe serkirdayetîya hevpeymanîyeke navdewletî li dijî DAIŞê dike " .
Hêjayî gotinêya ku turkiya li ser zarê wezîrê xwe yê derve Meolûd Çawîş Oglo ragihandbû ku wê hevdîtinên xwe yên di warê teknîkî der bare operesyoneke leşkerî hevbeş li dijî DAIŞê bi dawî anîna .
Afiya Hacî