RojavaNews :Ibrahîm Biro serokê Encûmena Niştimaniya Kurdî Li Sûriyê ragihand" "Tev-Dem di siyaseta valekirina Rojavayê Kurdistanê bi menhecî berdewame."
Ibrahîm Biro serokê ENKSê ji pirograma ARKê ya ser kenala Zagrosê ragihand":Sedema zêdebûna pileya penaberiyê ewe kirîza Sûriyê û ev şerê berdewam li vî welatî ku derbasî sala xwe ya 5e mîn bûye, lê di vê dema dawî de bi taybetî li Kurdistana Sûriyê gelek ciwan ji ber leşkeriya neçarî ya ku PYD û hevalbendên wê ragihandine, koçberî dewletên Ewropayê dibin, û ev jî di pêşerojê de Kurdistana Sûriyê dixe metirsiyek gelekî mezin û guhertinek demografî wê çêbibe."
Biro wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me çiqas rêkeftin bi TEV-DEMê re îmze kirine lê nehatin cîbicîkirin û Tev-Dem di siyaseta valekirina Rojavayê Kurdistanê bi menhecî berdewame".
Nalîn Hesen