RojavaNews :Rêveberya giştî ya karûbarên êzîdiyan li wezareta ewqaf û karûbarên aynî li hikumeta herêma kurdistanê Xeyrî bozanî amara drust ya welatyên êzîdî yên nav destê DAIŞê û yên rizgarkirî ragihand.
Xeyrî bozanî got: “hejmara welatyên êzîdî yên nav destê DAIŞê li gorî amarên li ber destê me heta 17ê tebaxa 2015an pênc hezar û 838 kesan ku ji van wan sê hezar û 192 jinin û du hezar û 646 zelamin”.
Navborî da zanîn ku ji vê hejmarê, du hezar û 118 kes rizgarbûe ku ji wan jî 304 zelam û 799 jin û 494 zaroyê mê û 521 zaroyên nêrin.
11:25:12