Print this page

Balafirên hevpeymanan xendeqên ku DAIşê li derdora Babê kolandibû bombebaran kir

RojavaNews : Balafirên hevpeymanan çend êrîş li derdora devera Babê encam da û xendeqên ku DAIşê li derdora wê deverê kolandibûn bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Duh, Balafirên hevpeymanan çend êrîş li derdora devera Babê li gundewarê Helebê yê rojihilat encam da û xendeqên ku DAIşê li derdora wê deverê kolandibûn bombebaran kir, û di encam de nêzîkî ji 30 terorîstên DAIşê hatin kuştî û hin kesên din jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku ev demeke DAIşê dest bi kolana  xendeqan li derdora devera Babê kirye.

Nalîn Hesen

08:57:30