Print this page

Termê Ciwanek Efrînê hate dîtin

Rojava News: Termê ciwanê bi navê Reşîd Mistefa di çemê gundê Dêrbeluta Cindrêsê de hate dîtin.

 

Nişteciyên  bajarokê  Cindrêsê şevê din cenazeyê welatiyê yê bi navê Reşîd Mistefa Kilbor yê 18 salî li nêzî gundê Dêrbelutê  dîtin.

 

Hin çavkaniyan ji nav xelkê deverê gotin; nexweşî di mejiyê Reşîd Kelbor de hebûye, dibê ku di nav avê de ji ser xwe çûbî.

 

Lê ji bo encamê zelal  ya lêkolîna tibbî  cenazeyê wî birin nexweşxaneya Efrînê