Print this page

Birîndarekî teqîna Qamişlo jiyana xwe ji dest da

RojavaNews : Ciwanê bi navê Hozan Hisên yê ku di teqîna Qamişlo Birîndar bibû, roja Pêncşemê jiyana xwe ji dest da.

Hozan Hisên 24 salî bû, û xwendevanê kolêja pazirganî û aboriyê bû , ku beriya 11 rojan di teqîna ku li devera pêşasaziyê li Qamişlo çêbibû

Birîndar ketibû, û derdora heftiyekê ew ji ser hêşê xwe ve çûbû, lê ew roja Pêncşemê jiyana xwe ji dest da.

Tê zanî, teqîna Qamişlo di roja 19-8-2015 rûda bû, û DAIŞê ew teqîn lixwe girtibû.

Nalîn Hesen

13:29:30