RojavaNews: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê re ligel bavê Alan û Xalib ên ku li ser rêya Ewropayê xeniqîn, axivî.
Li gorî nûçeyeke malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi Ebdullah Kurdî bavê Alan re kir û serxweşî lê kir.
Ji aliyê xwe ve, bavê Alan spasiya Barzanî kir li ser xemxwarina wî û li ser vê taziya ku li wî kir ji ber mirina zarok û hevjîna wî.
Ebdullah Kurdî wiha got: “Hevbeşiya we di xemgîniya me de û beşdariya we di taziya me de, bûye sedema sebreke mezin bo malbata me.”
Roja Çarşemê termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.
Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayika xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû.
Îro li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê Alan û birayê wî û dayîka wan di merasîmekê de hatin veşartin.