Print this page

Jinek Êzidî 5 çekdarên DAIŞê kuştin

Rojava News: Ew jin dîl bû li cem DAIŞê û wek navmalî bizorê kar pê dikirin.

Çavkaniyek Ewlekariyê ji nav bajarokê Şergat ser bi parêzgeha Selahedîn li Iraqê ragihand: Jinek Kurdên Êzidî teqe li hejmarek ji çekdarên DAIŞê ki   r û bi vê sedemê 5 çekdar hatin kuştin û 3ê jî birîndarkirin.

 

Wê çavkaniyê ji BasNews re ragihand: Jinek Êzidî ku wek navmaliyekê li odeya yek ji çekdarên DAIŞê li bajarokê Şergat li bakurê parêzgeha Selahedîn kardikir. Çekê yek ji çekdarên DAIŞê bidest dixe û bi wî çekî teqeyê li wan dike. 5 çekdar hatin kuştin û 3 jî birîndarkirin.

 

Herwiha got: “Piştî wê bûyerê ew jina Êzdî ber bi cihekî nediyar ve reviyaye. Çekdarên DAIŞê jî dest bi geryanê kirine da ku jinê destgîrbikin.”

 

10:16:15