RojavaNews - Duhokê: Malbatek ji bajarê Duhokê yê başurê Kurdistanê navê zarokê xwe dike Alan, ew navê jî li ser nave ew zarokê Kurd yê ku beriya çend rojan li deryayê binavbû û jiyana xwe ji dest da.
Roja Çarşemê termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.
Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayîka xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû. Roja Înê Alan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.
Wêneyê Alan, bandoreke mezin li tevahiya cîhanê kir û çendîn berpirs û kesayetiyên navdewletî derbarê mirina wî de xemgîniya xwe nîşan dan.
Nalîn
13:25:28