Rojava News: li bajarê Cizîra Botanê qedexeya derketina derve û rewşa awarte û aloz derbasî roja şeşemîn bû. Bajar hatiye dorpêçkirin û ti kes nikare jê derkeve yan jî here nav.
Keçika Cemile Çaxırga ya 10 salî dema li ber deriyê mala xwe li gel çend zaroka yare dikir bi gulleya nişangerê leşgerê tirk hate kuştin.
Keçika Cemile Çaxırga ya 10 salî destpêkê birîndar ket, rexmê ku telefonê embulansê hatiye kirin, Ji ber derketina derve hatiye qedexekirin kes nehat pêve, û Cemîle li himbêza dayik û bavê xwe ji neçarî jiyana xwe ji dest da.
Eva çend rojin jî malbata Cemîle Çadirxa cesedê keça xwe ji bo bêhn pê nekevê di sellaca mala xwede veşartine, ji ber qedexa derketina derve û ji ber ku nişangerê leşkerê tirk gula dibarênin ne karin keça xwe bispêrên singa axê.
Eva 6 rojin Cemile li benda spastia axê ye.



Sinem Bakir
11:36:01