Print this page

leşkerên Tirkiyê yên sînorî bi berdewamî welatyên Rojavayê Kurdistanê îşkence dikin

Rojava News :Rawangeha Sûriyê ya mafên mirova ragihand ku duh, leşkerên Tirkiyê yên sînorî Welatiyekî Şîşanî xelkê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kuşt di dema ku ew dixwest derbasî bakurê Kurdistanê bibe.

Di heman mijarê de leşkerên Tirkiyê yên sînorî dû welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê destgîrkirin û îşkencekirin.

Hêjaya gotinê ku leşkerên Tirkiyê yên li ser sînorê dinavbera Rojav û Bakurê Kurdistanê bi berdewamî welatyên Rojavayê Kurdistanê di dema hewil didin derbasî bakurê Kurdistanê bibin wan destgîr dikin û guleyan berdidin wan.

Nalîn Hesen

13:29:09