RojavaNews :Hunermendê bi nav û deng yê Erebî Hanî Şakir sitranek li ser Alan zarokê kurd yê ji bajarê kobanê derxist
Di 2ê vê mehê de termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.
Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayîka xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû. Roja Înê Alan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.
Wêneyê Alan, bandoreke mezin li tevahiya cîhanê kir û çendîn berpirs û kesayetiyên navdewletî derbarê mirina wî de xemgîniya xwe nîşan dan.
Nalîn Hesen