Print this page

Serokatiya Kurdistanê li ser bûyerên Bakur peyamek şand

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewim in, ew dilgiran û xemgîn kirine û tişta ku ew jê ditirsiyan, rû dide.

 

Derbarê rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û şerê di navbera hêzên Tirkiye û PKKê de Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Mixabinî ji ber sedema pêşketina şer û tundutîjiyên di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Artêşa Tirkiye, nearamî û şer li navçeyên Cizîra Botan û Silopî û çend bajar û bajarokên din diqewime.”

 

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha got: “Ev bûyer me dilgiran û xemgîn dikin. Mixabinî tişta ku tirsa me jê hebû ku şer destpê ‌bike, va rû dide. Me ji destpêkê ve ragihandiye ku, şer tenê dibe sedema xwînrijandinê û karesatan pêktîne, herwiha qurbanî zêdetir dibin. Tirsa mezin ew e ku ev şer berev wê yekê biçe ku li ser pênaseyê kuştin û kuştar rû bidin, ku ev yek dê dibe karesatekî mezin.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em ji ber wê xwînrijandinê gelekî xemgînin û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan radigihînin. Hêvîdarin hemû alî kûrtir bîr bikin û di zûtir dem de vegerin ser masaya diyalogê û pêvajoya aştiyê dest pê ‌bike. Dirêjkirina şer rewşê aloztir dike û jibilî zêdetirkirina hejmara qurbaniyan û kavilkariyê, tu encamek din li xwe nagire.”

 

12:50:27