Print this page

Rêxistina Qamişlo ya PDK-Sê semînarek dibin navê “Dîroka kurdistanê ya kevin” li darxist.

Rojava News: Doh roja înê Endamê Komiteya Navendi ya PDK-Sê li bajarê Qamişlo li ofîsa rojhilat semînerek dibin navê “Dîroka Kurdistanê” li darxist.

 

Derbarê simînerê Ji bajarê Qamişlo karmende ke ragihandinê ya bi navê Hemrîn Haco ji Radyo Rojava News re ragihand ku; “Semîner,  ji aliyê Endamê Komiteya Navendi ya PDK-Sê Nafî Ebdullah ve, bi beşdariya hejmareke mezin kesên rewşenbîr û ronakbîr, dibin navê  “Diroka Kevnar ya Kurdistanê”  hate sazkirin.

 

Her weha Hemrîn Haco got; “Di semînerê de li ser beşên; kevnariyên Kurdistanê, bermayiyê pêş dîroka niviskî li ser xaka Kurdistanê, şikeft û şunwarê dîrokî ku bermayî yê niviskî lê mane, û herweha şahristaniyên  di ser axa Kurdistanê re derbasbûne, û hemen demê nexşeyên berê yê herêmên Kurdînî, de hate rawestin. “

 

Endamê Komiteya Navedi ya PDK-Sê Nefî Abdullah ji aliyê xwe ve ji radyo Rojava News re got; Ev Simînar bi ermancê ronakkirina Dîroka  Kurdistanê û şaxristaniyên Kurdînî hate sazkirin.”

 

Herweha got; “daxwaza me,  dananasîna Dîrok a Kurdistanê ku dayiktî ji dîroka hemû şahristaniya re kiriye,  ji  bo kesên beşdarî semînerê bûne bê zelalkirin.”

 

Sinem Bakir

 

13:30:36