RojavaNews :Li gundewarên bajarê Helebê rêxistina DAIŞê fermana derxistina kurdan belav kir
Li gor hatiya ragihandin ku duh rêxistina DAIŞê ya terorî li bajarê Menbicê ferman da kurdan ku di heyama dû rojan de ji wî bajarê derkevin bê mal û milkên xwe
Li gor wan agahyan ku rêxistina DAIŞê kurdên bajarê Menbicî bi alîgirya hêzên kurdî û artêşa azad tometbar dike ku berî niha jî çend malbatên kurd derxistibûn û malên wan ji xwe re kirbûn pêgehên leşkerî û radestî emîrên xwe yên beyanî kirine
Tê zanîn ku ji dema rêxistina DAIŞê dest danî li ser bajarê Menbicê bi dehan helmetên girtinî li dijî kurdan pêk tîne û gelek ji wan sêdare jî kirne bi behaneyên cur bi cur mîna alîgiriya hêzên kurdî û artêşa azad yan jî bi tometa çigare kêşanê herweha wêneyên kurd di mobaylên wan de yan jî bikaranîna înternêt û belavkirina nûçeyan li ser kiryarên wê rêxistinê.
10:38:05