RojavaNews :Sînatorekî Emrîkî yê partiya cemawer di kongirê Emrîkî de gotarekê li ser kirîza penaberan û çawaniya çareserkirina vê kirîzê pêşkêş kir û zarokê kurd yê bi navê Alan bi simbola penaberiyê pesnkir.
Di we sînatorê Emrîkî Jon Makîn êrîşî rêveberiya Emrîkî û serokê wê Barack Obama kir û got ku ew rêveberî nizane ci li cîhanê çêdibe.
Makîn di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku bi hezaran zarok, jin ,û mêr ji rojhlata navîn û bakurê Afrîqyayê ji ber stemkarî û binpêkirina li ser wan direvin.
Makîn herweha pêla koçberiya vê dawiyê bi hejandnekî bi nav kir.
Di dawiya gotara xwe de Makîn berê xwe da wêneya Alan ya ku li hola kongirêsê de dalaqandî bû û Alan bi simbola penaberan bi nav kir.
12:28:28