Rojava News: Hikûmeta Rejima Sûriyê ji dibistanên bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê xwestiye ku materyalên xwendinê yê Rêveberiya Xweser bi kar nehînin. Ji ber ku wêneyên serkirdeyên PKKê li ser cildê pirtûkên seretayî li Rojavayê Kurdistanê
Rêvebirê Dibistanên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ye, ji mamostayan xwestiye ku materyalên xwandinê yên ku Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve bi kar nehînin.
Rêvebirê Dibistanên Suriye gotiye, eger Hêzên Asayişê û PYDê guvaşan li ser mamostayan bikin, bila ew li dibistanan dewam nekin.
Hatiye zanîn ku; Rêvebirê Dibistanê ew agahdar kirine ku eger ew wan materyalan bidin xwandinê ku PYDê di pirtûkan de û bo sala xwandina îsal amade kirine, bi kar bînin, dê mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve bê qutkirin.
Tevî ku rêvebirina dibistanan li hin deverên Rojavayê Kurdistanê radestî PYDê hatiye kirin, lê mûçeyên karmend û mamostayan ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve tên dayin.
10:21:24