Print this page

ENKSê daxuyaniyek derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Kurda da!

Rojava News: Encumena Nistimaniya Kurd li Suriye derbarê êrîşên Dewleta Tirk de daxuyaniyek da û got bila yekser êrîşên ser bajar û bajarokên Kurdistan a Bakur bi teybet jî Cizîra Botan bê sekinandin û pirsgirêka Kurda bi aştiyane bê çareserkirin.

 

Naveroka Daxuyaniya ENKSê ewa ye;

 

“Piştî hilbijartinên parlemenê Tirkiye HDPê bendawa %10 derbaskir, piştî vê jî hemu rewşenbîr û siyasetmedarên Bakur dilxweş bûn, ji ber ku bawerbûn dê ev encam li ser berdewamiya pêvajoya aşitiyê ku bi destê Serokê PKKê Abdullah Ocalan hatibu destpêkirin bike.

 

Lê belê di navbera Tirkiye û Amerîka de li hevkirina bernama Atomî ya îranê cardin bu sedem ku yekser bandorek cuda û  ne erenî li ser siyaseta Tirkiye ya navxwe bike.

 

Encamê wê şewra ku li gel Emerîka çê bu, bandorek li dijî berjiwendiyê Kurda li ser siyaseta di navbera Tirkî û pkkê de di warê çekdarî de kir. Atmosfereke şer  avabû, ciyê baweriyê di navbera herdu aliyande şikest.

 

Dewleta Tirk piştî vê şêwrê,  li gel Emerîka beşdarî hevpeymaniya nav dewletî ya li himber DAİŞê bû. Lê belê dewleta Tirk ev ittifaqa navdewletî ji bo lêdana PKKê û lêdana bajarê Kurda bikar anî.

 

Piştî binkewtina Ak Partiyê di hilbijartinên 7ê Heziranê de nêzikatiyek di siyaset û artêşê de  bi şewayekî dijminanê hate kirin. Artêşa Tirkiye bi şewayekî dijminane bi ser bajar û bajarokên gelê Kurdistana Bakur de çû, gelek bajar û bajarokê Kurdê Bakur dan ber bombeyan li gel baregah û cihên PKKê yên li Qendîlê. Di demek ku Türkiye pêvist bû hebûna xwe di nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAİŞê  bidê xuyanîkirin mixabin bêtir bi ser Kurda de siyasetên dijminanê birêvebir.

 

Em wekû ENKSê êrîşên bi ser gelê bakur û herêmên sivil ku hatine kirin bi teybet jî êrişên bi ser Cizîra Botan ku gelê sivîl êş dîtine şermezar dikin.

 

Em bangî Dewleta Tirkiye û PKKê, herdû aliya dikin, carekedin vegerin pêvajoya çareseriyê, rê li ber dîalogên siyasî  vekin da  şer bê sekinandin. Koalisyona Hikumetê ya demkî Tirkiye jî  hemû tevgerên pêvist ji bo pêvajoya çareseriyê û aşitiyê bide.

 

Em weku ENKSê Pêvajoya çareseriyê piştgirîdikin, bi teybet jî hewlê Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Berzanî yê di piştgirîkirina projeyê aşîtî de berz dinêrxênin.

 

Her weha em bangî HDPê jî dikin ev pêvajoya çareseriyê ku bi banga Serokê PKKê Abdullah Ocalan hati bu  despêkirin bê piştgirîkirin.

 

Daxwaze me berjiwendiyê Kurdînî  û mala Kurdînî ya Bakurê Kurdistanê têk neçê û carekedin HDPê beşdarî hilbijartinên pêşwext bibê ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurda û domandina pêvajoya aşitiyê.

 

Encumena Nistimaniya Kurd li Suriye

Qamişlo

14 09 2015

Werger: Sinem Bakir

 

 

13:19:24