Rojava News: Îro sibehî li bajarê Hesekê li ser rêya Mişêrfa otomobîleke bombarkirî teqiya û gelek birîndar û şehîdek heye.
Demjimêr derdora 11:10 xulekê vê sibehê li bakurê rojavayê Hesekê otomobîleke bombarkirî li ber baregeke PYDê teqiya, li gor zanyariyên destpê kê 24 kes ji welatiyên sivil û endamên PYDê birîndar bûne û kesek jî şehîd ketiye.
Li gor agahiyên jêderekî ji Hesekî Ji Rojava News re gotiye; Teqîn li ber dergehê navenda Pêwendiyên Giştî yên YPGê ya li ser rêya Mişêrfa rû daye.
Tê zanîn duhî jî 2 teqînan bajarê Hesekê hejandin bêtirî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Ew teqîn jî bi rêya otomobîleke bombarkirî bû û di rêbendeke hêzên asayişê de çêbû.
Sinem Bakir
12:54:42