Print this page

Turikya: cendirmeyan 11 koçber bi neçarî û bê cil û berg vegerandin herêma kurdistanê

RojavaNews :Cendirmeyên Turikyê 11 koçberên ku dixwestin ne bi yasayî derbasî Turikyê bibin bi neçarî û bê cil û berg vegerandin herêma kurdistanê

Her weha cendirmeyên Turikyê koçberek bi kêrê birîndarkirin li gel hejmarek din ku ji 11 koçberî pêk dihat işkencekirin û piştir hemû kaxezên li gel wan şewtandin û pereyên wan jî birin û piştir ew bi neçarî bê cil û berg vegerandin herêma kurdistanê ji aliyê gundewarên Zaxoyê ve

Yek ji wan koçberên ku hatine vegeradin ji malpera RojavaNews re da zanîn ku ew 11 koçber bûn ,pênç ji wan xelkên rojavayê kurdistanê bûn û yên din xelkê başûrê kurdistanê bûn , û dixwestin ne bi yasayî derbasî Turikyê bibin ta ku biçin Europayê.

Nalîn Hesen

10:26:04