Print this page

Ber pirsekî Russia.. 2400 Russi di nav rêxistina DAIŞê de şer dikin

RojavaNews : Ber pirsekî di ewlehiya Russia yê ragihand ku nêzîkî 2400 Russi tevlî refên DAIŞê bûne.

Cîgirê yekem di ewlehiya Russi de Sêrgî Semîrenof ji ajansa Russi re ragihand ku niha 3000 ji xelkên Asiya navîn di nava rêxstina DAIŞê de şer dikin.

Ji aliyekî dinve Semîrenof ji rojnemevanan re ragihand ku kirîza penaperan yên rojhilata navîn ber urupa ve hatin metirsiyekî li ser li ser Russi yê.

Navbûrî herweha tekez kir ku piştgiriya Russia ji rejîma Sûriyê re ne sedema penaberiya welatiyên Sûriyê ye lê sedem ewe berferehbûna desthelata rêxistina DAIŞê li deverê.

Afiya Hacî