Rojava News: Şêwirmenda welatê Almanya Angela Merkel ragihand: Ji bo em karibin alîkariya penberên ku pêwîstiya wan bi parastinê heye bikin, divê em ji wan penaberên ku bi tenê ji ber rewşa abûrî hatine welatê me re bêjin “Pêwîste hûn welatê me bicî bihêlin. ” Axaftina Angela Merkel li vekirina 66emîn pêşengeha otombîlan a Frankfortê daxuyanî da rojnamewanan.
Angela Merkel her weha got; ev pêla penaberiyê mezintirîn pêle ji serdema duyemîn cenga cîhanî ve. Ev delîle ku Almaniya xwedî wêneyekî başe li cîhanê.
Tekez kir ku ji bo alîkariya penaberan bê kirin da tevlî civata Almanya bibin, divê şirketên Almanî hewil bidin kar ji bo penaberan peydabikin.
10:21:12