RojavaNews : Îro 19 . 9 . 2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi amedebûna Endamê Mekteba Siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî Azad Berwarî li gel şandek ji Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê(PDK-S)ê civiya, ew şand ji Skertêrê PDK-S Seûd Mela, Endamên mekteba siyasî Ebdulhekîm Beşar , Kamîran Haco û Endamê Komîta navendî Seîd Umer pêk hatbû.
Di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi teybetî hat kirin .
Serok Barzanî tekez kir ku ewê piştevaniya Kurdê Sûriyê bikin herweha serok Barzanî got ewê dijî terorê biseknin ta ku miletê kurd li Sûriyê bighe mafê xwe.
Ji aliyê xwe ve şanda PDK-Sê behsa rewşa xirab ya ku navçeyên kurdî Têde derbas dibe û bandora penaberiyê li ser Kurdistana Sûriyê kirin .
Şanda PDK-Sê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin û piştevaniya wî ji Encumena Niştîmaniya Kurdî re û ji miletê Kurdîre bi giştî .
Afiya Hacî