Print this page

ENKSê komîteyek ji bo pirograma perwerdeyê ya PYD pêk anî

RojavaNews :Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ji bo lêkolînkirina li ser siyaset û pirograma perwerdeyê ya PYDê li rojavayê Kurdistanê komîteyek pêk anî.

Li herdû deverên Efrîn û Cizîrê yên rojavayê kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kiriye, lê beşek ji kurdên wan deveran ji syaseta xwendin û perwerdeyê ya rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve nerazîne.

ENKSê dibêje di pirtuk û pirograma xwendinê de felsefeya rêberê PKKê EbdAllA Ocalan hatiye bicihkirin herweha beşek ji mamostayan jî nizanin wan rêbazên xwendinê bi xwendin bidin.

Endamê office siyasî ya partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya Mehemd Îsmail ragihand Em wek ENKSê rewşê dişopînin û nerazîbûna gel jî dibînin ji ber wê yekê jî me komîteyek pêk aniye ji bo ku li ser siyaseta perwerdeyê ya rojavayê kurdistanê lêkolînan bike.

Îsmail diyar kir ku komîteyek  navborî ji kesên pispor hatiye damazirandin û dê raporta xwe radestî ENKSê bikin.

Nalîn Hesen

10:25:07