Rojava News: Dibistana Şufat ya teybet ji aliye xwe ve roja pênşemma borî 450 koli xwarin li kempa Kevregozkê, li ser malbatê ku li vê pişka dawî ya UNê bê par ma bûn belavkir.
Serokê Encumena Kempa Kevregozkê Hemed L iyanî derbarê vê de ji Rojava News re got: “Dibistana Şufat 450 kolî li ser wan malbatên ku erzak ji ser wan qutbû bû belavkirin.”
Herweha Hemed L iyanî got; Berî niha bi demekê li kempa Kevregozik 12 qita yê çadirên kempê ji alîkariyê UNê bê par man, tenê li ser 8 qita alîkarî hate belavkirin. Ji ber wê yekê jî alikariya ji aliyê Şufat ve hate kirin yekser li ser wan malbatên ku bê par mabûn hate dabeşkirin.
Liyanî got; “Li gor hin sozê ku ji me re hatine dayîn dê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
Berî niha bi mehekê ji ber sedemên kêmbuna erzak, li hemû kempan alikarî li ser hin malbata hate qutkirin.
Sinem Bakir
12:51:10