4:45:08 PM
RojavaNews : Hijmarek din ji penaban ku dibe hijmara wan ji 10 hezar penaberî bêhtir be gihan Ustirliya yê û ta niha dewletên yekîtiya ewropî ne gihane tu rêkeftinekî ji bo çareserkirina vê kirîzê û her dibe hijmara penaberên ku di deryayan de binavdibin zêdetir dibe.
Roja çarşema bûrî hekometa kirwatyayê ragihand ku 20 hezar penaber derbasî welatê wan bûne û di heman demê de kirwatya ragihand ku ew nikare pêşwaziya vê hijmara mezin ya penaberan bike.
Ewan penaberan ji kirwatya yê berê xwe dan Mecerê , ji aliyê xwe ve hikometa micerî berê wan penaberan dan Ustirya yê û di heman demê de Hikometa Mecerî Kirwatiya tometbar kir bi binpêkirina yasayan ji bo ne tomarkirina penaberan .
Berdevkê hikometa Mecerî ragihand ku ewên rê dibin penaberan ji derbasî welatê wan bibin ta sînorê ku ew niha ava dikin bi dawî were .
Ji aliyê xwe ve serok wezîrê Kirwatiya yê Zoran Mîlanofêtiş ragihand ku her penaberek bighe welatê wî ewên berê wan penaberan bedin Mecerê .
Ji alîkî din ve Polîsên Ustiryayê ragihandin ku ewan ji duh ve pêşwaziya 9 hezar penaberan kirine û tê pêşbênîkirin ku hijmara wan bighe 10 hezar penaberî.
Herweha duh dergehê sînorî yê di navbera Mecer û Sirbiya yê , yê ku bibû sedem ji bo derbasbûna penaberan ji bo kirwatiya yê hat vekirin.
Li gor ajansa Fran Prees ku duh herdu wezîrên dawzo yên Mecer û Sirbiya dergehê sînorî Horcos Rorêzkî yê di navbera herdu welatên navborî de yê ku ji duşema bûrî ve girtîbû vekirin .
Di vê dema ku ev welat di kirîzeke penaberiyê de dizîn niha bi hezaran penaber li Turkiyê li ser cad û di nava parka de dimînin û li benda qaçaxçiya ne ji bo di riyên metirsîdar re derbasî wan welatan bibin û riya xwe ji bo dewletên din berdewam bikin , ku îro 13 penaberî li ser beravên Turkiyê dema dixwestin biçin Yonanê jiyana xwe ji dest dane .
Li gor ajansa Doxan ya Turkî ku belemek barkirî bi 46 penaberî dema di xwestin ji Turkiyê herin Yonanê binav bû û di encam de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan herweha 20 kes hatin rizgarkirin ku di nava wan de welatiyên Sûriyê hebûn û çarenivîsa 13 ne diyare .