Print this page

Amûdê.. komeleya Amûdê ya xêrxwazî alîkarî belavkir

RojavaNews :komeleya Amûdê ya xêrxwazî alîkarî bi ser 50 malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebûn belavkirin.

Bi helkefta destpêka werzê xwendinê li rojavayê Kudistanê û nêzîkbûna cejina Qûrbaniyê komeleya Amûdê ya xêrxwazî alîkarî bi ser pêncî malbatên sêwî yên ku navê xwe li wê komeleyê tomarkirbûn belavkirin.

komeleya navborî pere bi qasî şazde hezar û pênsed leyreyên sûrî pêşkêşî her malbatekê kirin.

komeleya Amûdê ya xêrxwazî dezgeheke serbixweye, karê xwe li bajarê Amudê dike û di sala 2012 hatiye damezirandin.

Nalîn Hesen

10:26:15