Rojava News: Li herêma Kurdistanê li bajarê Hewlerê Kurdekî penaberê Afrînê bi derfetên xwe otomobîleke nefer hilgir ya teybet bi berhem hêna.
Li gor zanyariyen gihane deste Radyo Rojava News: Xortê bi nave Ahmed ku xelkê Afrîneye li Hewlerê dijî bi derfetên li jêr destê xwe di navbera 2 meh û nîvan de otombîlek bi berhem hênaye.
Otomobîla Ahmed 175 cm dirêjê, 110 cm firehe û 135 cm jî bilinde. Her weha di hemu berhem hênan û modifiyê de bi giştî 1500 dolar lêçuye.
2 nefer karin li Otomobîla Ahmed suwarbin, û bi giştî jî 300 kg hildigrê di yek demjimêrede jî 60 km diçê, û 2 hespi ye.
Sinem Bakir
10:37:32