RojavaNews :Xelkê Rojavayê Kurdistanê êdî xwendina zarokên wan ji bo dibe pirsgirêkek pir mezin, û ew ji rêbazên nû ku hatinederkirin bitirsin.
Kamîran Mehmûd ji bajarê Dêrikê dibêje: Îro roj li Rojavayê Kurdistanê kêşeyeke mezin der ketiye holê ji bo fêrbûna zimanê Kurdî li dibistanên di bin destê rêjîma Esed e, û saziya zimanê kurdî ya bi ser partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve dixwaze pirtûkên pola 1ê ta pola 3an biguhere û bike bi zimanê Kurdî, û ev pirsgirêk wê bandoreke neyênî bilîze li ser şagirtên van dibistanan ji ber ku ev yek gelekî niha zehmete li ser wan û em nizanin gelo PYDê ev rêbaz li ser çi bingehê çêkirine û heta çi redeye dê xizmeta Kurdan bike.
Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarê Efrînê biryar da, êdî ji niha û pêde programên xwandinê bi zimanê kurdî be û dê fikir û feslefeya Abdulah Ocalan têde be.
Guhertinên ku PYDê li Efrînê di programa xwandinê de pêk aniye, ji pola 1ê heta pola 6an pêk tê. Li gor wê programê dê zimanê erbî di pola 4an de û zimanê Inglîzî di pola 5an de bê xwandin.
Li ser vê yekê berya niha Nivîskar Pîr Ristem wiha got:" Xuya dibe ku Rojavayê Kurdistanê li ser rêbaza siyasî ya yek serok û felsefeya partiyekê dimeşe. Gelo em wekû Kurd dê ezmûnûn miletên din dubare bikin, tişta ku PYDê niha li Rojavayê Kurdistanê kiriye bi derbasbûna madeya felsefê wê me bighîne dubarekirina behemanîna fikrê istbidadî."
Welatiyekî bajarê Efrînê li ser mijara vê rêbazê got:" Êdî em nema karin zarokên xwe bişînin dibistanan, ji ber dê ew îdeolojiya PKKê di serê zarokan de bê çandin, divê çareseriyek ji vê yekê re bête dîtin".
12:35:00