Print this page

Di girteyek Vidyo de: Brahîm Biro bersiv ji Mele Bextiyar re da!

“Tişta ku rejima Esad ev 60 salî nekaribû bikê di bin navê biryarê Kurdî bi serê Kurda de tê kirin.”

 

Sekreterê Partiya Yekîtî Kurdî li Suri û Serokê Encumena Niştimanî Li Surî Brahîm Biro bi sedema semînera Mele Bextiyar Endamê Polîtburoya YNKê li Qamişlo axaftinek bi ermancê bersivdayin kir.

 

Brahîm Biro: Berbirsiyariya me ya yekem em karibin ji bo Rojava ji mêvanê xwere rastiyê bêjin.  Mele Baxtiyar di axaftina xwe ya semînera Qamişlo de got; “Rewşa Rojava di her ali gihaye mistevayeke baş.”   Belê em bi hêvîne ji Kerkûk ta qamişlo Afrîn û her derê Kurdistan destê me dihevde bê û em êrîşa vala derxînin.

 

Tişta ku rejima Esad ev 60 salî nekaribû bikê di bin navê biryarê Kurdî bi serê Kurda de tê kirin.

 

Ji ber ku di wê îdaraya ku heye, ne dinavê wêde, nedi hêza wê yê leşgerî de,  ne di erdê wê netewî de kiryar û navên Kurdînî tunneye.

 

Îro dibin navê  Leşgeriya neçar de dibin sedem ku axa Kurdistana Rojava vala bibê , xelk jê koçbikin.

 

Dibin navê xwendina  Kurdî de belewengekî şaş û ne rast heye ev jî dibê sedem  ku îro di destpêka sala xwendinê de xelk zarokê xwe rênekin dibistana.  Ji ber ku PYDê dixwazi bi şewaye kî cîlekî cahil derkevê.

Carekedin îro di bin navê sekinandina penaberiyê de dest datênin ser xanû û milkê xelkê. Ev rewş gelek xiraba.

 

Em bi hêvine hemu partiyê Kurdistanî di serî de YNKê, hetta Hikumeta Herêma Kurdistanê, Serokê Herema Kurdstanê bi bersiyara xwe ya di derbarê rojava de rabin.

 

Em Hêvî dikin hemu partiyên Kurdistanî rewşa Rojava bişopînin û bibînin ku rewşa xelkê Kurd li Kurdistana Surî  ji dema ku me li himber rejima BAAS tekoşîn dikir xiraptirbuye.

 

Em diketin zindanên rejimê, bi salan xelk di zindana de girtî diman, lê BAAS xelk netavêtin dervay sînorê rojava. Îro xelkê Kurd li Rojava ji ber nêrîna xwe yên siyasî têne darizandin.

 

Di demeke ku wekû Kurd destê me dihevde bûna lê mixebin şirîkatiya Tebgera siyasî Kurdî di serê wê de bi teybet Encumena Niştimaniya Kurd li Surî ji aliyê PYDê ve nayê qebulkirin, lê belê şirîkatiya hemû milletê din tê qebulkirin.

 

Îdara ku îro bi PYDê ve girêdaye wan kiryarê nihaqî bi ser serê  gelê Kurd de tênî.

 

Em hêvî dikin ku di serîde Kak Mele Bextiyar, Tevger û Partiyên Başurî, Partiyên Tirkî û Rojhilatê Kurdistanê çarekê ji xelkê rojava yê Kurdistanê re bibînin.

 

Sinem Bakir

13:26:58