5:52:31 PM
RojavaNews : Di wê raportê de Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan eşkerekir ku di her 11 mehên bûrî de balafirên rêjîma Sûriyê 38199 êrîş birine ser tevahiya bajar û bajarokên Sûriyê ji Dêrezorê ta laziqiyê û Idlib û Dera yê .
Rewangeha navbûrî herweha eşkerekir ku balafirên rêjîmê 17954 êrîş birine ser Dera , Qonêtera , Dêrezor , Heleb , Idlib , Siwêda , Hims , Hesekê , Reqa , Hema û Şam û gundewarê wê .
Herweha di van her 11 mehên bûrî û di encama bombebarankirina rêjîma Sûriyê bi bermîlên teqîner li ser çend bajaran Sûriyê 6004 kesên sivîl bûne qurbanî di nava wan de 1253 zarokin , 863 jinin û 3888 mêrin , û di heman demê de 32 hezar kesên sivîl birîndar bûne .
Rewangeha navbûrî herweha ragihand ku di encama wan êrîşên asmanî li ser bajar û bajarokên Sûriyê 3272 çekdarên ketîbeyên islamî mîna rêxistina DAIŞ û eniya en-nusra hatine kuştin û bi hezaran çekdarên rêxistinên navbûrî birîndarbûne .
Di dawiya raportê de rewangeha Sûrî ya mafê mirovan bang li encumena ewlehiya navdewletî kir jib o çareserîkî ji şer û kuştina ku li Sûriyê berdewm dike bînîn û daxwaza dadgehkirina tawanbarên cengî yên li Sûriyê kir .