RojavaNews :Duh roja Dûşemî balafirên hevpeymanan çend êrîşên dijwar birin ser bingehên DAIŞê li li bajarokê Şedadê û gundê Mergedayê li başurî parêzgeha Hesekê û di encam de bi dehan kuştî û birîndar hebû.
hate ragihandin, ku balafirên hevpeymanan yên curê Abatşî bi êrîşî bingehên rêxistina DAIŞê ya terorîst li bajarokî Şedadê û gundê Mergedayê ku li başurî parêzgeha Hesekê ye kirin û di encama van êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar û gelek ziyanîn madî jî li şûn xwe hiştin.
li gorî zanyaryên RojavaNews ku ev êrîş hatin encamdan di dema ku rêxistina DAÎŞê ya terorî xwe amade dikir ku êrîşî Hesekê ji aliyê gundewarên wê yê başurî bikin.
Nalîn Hesen