Print this page

Independent : Plana Hêzên Kurd yê Cerablûsê

Rojava News: Plana Hêzên Kurd yên Li Rojava eşkere bû; Ermanc kontrolkirina Cerablusê ye,  bi vê yekê  jî tê hedefkirin ku deskeftên 4 sala yê DAİŞê li Suriye li binî xin, û rê li peşiya tevlîbunên rêxistinê ji welatên rojhilatanavîn û Ewropayê bigrin.

  

Nivîskarê rojnameya Independent yê bi  Ezmûn Patrick Cockburn, di nivîsa xwe ya dawî de dibêje; Kurdên Suriye plana kontrolkirina bajarê Bakurê Suriye Cerablus danîne, ermanc; rê li pêşiya wan kesên ku ji walatê din tên da tevlî rêxistina Terorîstî DAİŞê bibin bigrin.

 

Patrick Cockburn'ün di hemen analîze de baldikşînê ser helwesta Turkiye, û dibêje; Turkiye ji bilindbûna hêzên Kurd li Bakûre Suriye gelek tore bibe.

 

Patrick Cockburn herweha dibêje;   "Ger Cerablus ji destê rêxistinê derkevê DAİŞê nedîtbar dibe,  ji ber ku di aliyê peydivendiyên dervede  bê per û bask dimîne. Ji ber ku heta aniha bê ku tuşî tû astengiyan  bibin, karibû bi hezaran layengirê xwe derbaskî nav xaka Suriye bike, Û DAİŞê gelek cara ev endamên xwe yê fenatîk wek xwekuj bikar tanî.

 

Ew kesên ku di ser rê ya Tirkiye re derbasdibûn beşeke girîng bu ji plan û stratejiyên DAİŞê di aliyê otomobîlên bomberejker û xwekujan de.

 

Cockburn di nivîsê de d,bêje; Beriya demekê bi piştgiriya Frokên Amerika û hêzên hevpeymaniya li dij DAİŞê Grê Spî kû ji bo DAİŞê gelek girîng bû, 100 km nêzîkê ji Reqqayê bû  ket bin kontrola hêzên kurd. Ger Cerablûs jî bikevê bin kontrola Hêzên Kurd li Suriye DAİŞ hemû deskawtên xwe yê çar sala hunda dike.

 

Sinem Bakir

13:06:50