Rojava News: Rêxistina DAIŞ'ê li Mûsilê nimêja cejnê, rêwresmên cejnê, derketina jinan û liberkirina cilên cûda qedexe kir.
Rêxistina DAIŞ’ê di cejna qurbanê de qedexeyên nû derxist. Berpirsê Ragehandina PDK’ê yê Mûsilê Seîd Memûzînî derbarê mijarê de bo BasNews axivî û ragehand ku rêxistina terorîstî yê DAIŞ’ê di cejna qurbanê de li Mûsilê rêwresmên cejnê qedexekir.
Memûzînî aşkere kir ku rêxistinê doh biryarên nû derbarê cejnê de ragehandiye û çendîn fermanên nû jî daye.
Navborî got; ”Li gor vê fermanê nimêja cejnê, rêwresmên olî yên cejnê hatine qedexekirin. Herwiha ji bo jinan derketina derve hatiye qedexekirin û hetiye ragehandin ku nabe ti kes bi cil û bergên rojavayî ber bike. Rêxistina terorê ragehandiye ku kesên van biryaran cîbicî nekin dê bêne cezakirin.”