RojavaNews :Rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê, duh gundekî Kurdan li gundewarê bajarê Helebê yê bakurî sûriyayê topbaran kir, û di encam de kuştî û birîndar ketin
Li gor zanyariyên hatine bi dest xistin ku duh rêxistina DAIŞê bi çekên giran û hawinê bajarokê Tilaran topbaran kir û di encamp de 4 welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûne.
Bajarokê Tilaran derdora 20 kîlomtreyan dikeve başûrî rojavayê Helebê û dibin kontirola hêzên bi ser rêjîma Esed de ye, û piraniya nişteciyên wê kurdin.
Nalîn Hesen
10:33:39