Rojava News: Li navçeya Bismilê ya bi ser bajarê Amedê bi roketa ku li malekê welatiyê sivil ket zaroka 9 salî jiyanaxwe ji dest da 5 kesê din jî birîndar bûn.
Ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Tirkiye piştî ragihandina qedexeya derve li gereka Avaşin, Rojava û Zapê ji otomobila polisan roket bi ser malande avêtin.
Li gor zanyariyan, roketa ku bi xaniyê malbata welatiyê Şimşek de bu sedem ku zarokek 9 salî ya bi navê Elif Şimşek jiyana xwe ji dest da û Pelda, Avaşîn, Bedia, Ahmet û Mehmet Şimşek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li Bismîlê vê êvarê di navbera hêzên Tirkiyeyê û endamên YDG-Hê de şer û pevçûn didomin.
Herwiha li navçeyê heta niha jî şer û pevçûn didomin.

