Print this page

Birîmo: Pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdisistanê nebûne

RojavaNews :Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê PDKS, Nûrî Birîmo ji Rûdawê re ragihand: “Ti hêzeke Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heya vê dema niha derbas nebûne û agahiyên derbarê çûna wan de derew in.”

Nûrî Birîmo dazanîn ku “Heya niha ti rêkeftin di navbera Hêzên Pêşmerge û (YPG)ê de bo çûna Pêşmergeyên Rojava çê nebûye.”

Birîmo got: “Niha Hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê di amadebaşiyê de ne. Eger lihevhatin çê bibe, dê derbas bibin, lê heya niha ti rêkeftinek nehatiye kirin.”

Serkirdayê PDKSê herwiha destnîşan kir: “Bo çêbûna lihevhatinekê derbarê çûna Pêşmergeyên Rojava de niha Amerîkî di hewldanê de ne û eger di navbera YPGê û Hêzên Pêşmerge de rêkeftin çê bibe, pêşmerge amade ne ku derbas bibin.”

Nûrî Birîmo tekez kir: “Erkê Pêşmergeyên Rojava piştî derbasbûna wan, dê ew be ku rêya alîkariyên çekdarên DAIŞê ji Reqayê ber bi Mûsilê ve qut bikin û sînorê navbera Iraq û Sûriyê bi temamî kontrol bikin. Herwiha dê li cihên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bi alîkariya YPGê li dijî DAIŞê şer bikin.”