Rojava News: Li herdû deverên Efrîn û Cizîrê yên rojavayê kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kiriye, lê beşek ji kurdên wan deveran ji syaseta xwendin û perwerdeyê ya rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve nerazîne.
Endamê office siyasî ya partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya Mehemd Îsmail di lêdwanekê taybet ji Rojava News re got ":Bicihkirina felsefiya partiyan di pirtuk û pirogramên xwendinê de gaveke tekanaya û ne di cihê xwe de ye, herweha metirsiyeke li ser pêşaroja nifşê ciwanan bi giştî ye, lewma ev pirogaram ji aliyê her kurdekî li Kurdistana Sûriyê cihê şermezarkirinê ye".
Navborî lêzêde kir û got ": Ji bilê xwendevanan,bandoreke mezin li maomosteyan jî hat kirin, ji ber ku tenê mamosteyên bi ser PYDê ve li wan dibistana têne qebolkirin, herweha PYD guh nade erger bawernameyên zaningehan yan peymangehan bi van mamostan re hebin yan tu nebin,û bi rastî ev jî dibe sedem ku gelek mamost neçar dibin ku ji Kurdistana Sûriyê koçber bibin."
Herweha Îsmail tekez kir ku, beşek ji xelkê kurd ji kurdistana Sûriyê koçber dibin ji ber ku ew li ser pêşaroja zarokên xwe ditirsin, yan jî zarokên xwe dişînin dibistanên taybet û dibistanên Eraban, lê li wan dibistanan divê xwendavan ji rageza Erabî bin dago navê wan werin tomarkirin û ji ber wê jî gelek xwendevanên kurd ji neçarî û ji bo xwendina xwe berdewam bikin belgenameyên ku ew Erabin li gel xwe dibin wan dibistanan û li wir navê wan tên tomarkirin û dest bi dewama xwe dikin.
Nalîn Hesen