Rojava News :Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di civîna Encûmena Asayişa Nêvdewlwtî de ragihand: duh 30 Eylûlê Pêşmerge hejmarek ji gundên başûr-rojavayê Kerkûkê ji çekdarên DAIŞê baqij kirin.
Di goitina xwe de di civîna duh de ya Encûmena Asayişa Navdewletî de derbarê rewşa welatê Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê John Kerry ragihand: “duh 30 Eylûlê Kurdan çend gundên derdora bajarê Hewîca li başûr-rojavayê Kerkûkê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî kontirol kirin. Pêşmerge baş bi pêşve çûne û cihê bi xurtî girtine.”
Herwiha John Kerry tekez kir ku, Heger Beşar Esed li ser deselatê bimîne DAIŞ li Sûriyê têknaçe.