Rojava News :Duh, Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, nûnertiya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê bi Kondî nûnerê Netewên Yekbûyî li herêma Kurdistanê re civînek li darxist.
li gor zanyaryan, ku di wê civînê de nûnertiya ENKSê rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê û yên li kampên penaberiyê dijîn ji nûnerê Netewên Yekbûyî re şirovekir, Herweha tekezî li ser peydakirina riyên aram ji bo gihandina alîkariyan ji bo miletê Kurd yên di hindurde mane.
Her di wê civînê de nûnertiya encumena niştîmanya kurd ji Kondî re got divê alîkariya xwendevanên Jurd bê kirin dago xwendina xwe berdewam bikin, herweha daxwaz kirin ku bi zûtirîn dem îqame bide penaberan.
ji aliyê xwe ve nûnerê Netewên Yekbûyî tekez kir ku ewê li ser van daxwazan rawastin, û soz da ku wê alîkaeriya penaberan bikin.
NalîN Hesen