Rojava News: Wezîrê Geşepêdanê yê Navneteweyan Brîtanî Desmond Swayne serdana herêma Kurdistanê û serdana Kampa Kevregozkê ya bi ser bajarê Hewlerê kir.
Midurê Encumena Kempa Kevregozik Mihemmed Liyanî di derbarê serdana Wezîrên geşepêdanê yê navneteweyan Brîtanî Desmond Swayne û heyeta li gel wî daxuyand ku; “Wezîrên geşepêdanê yê navneteweyan Brîtanî li gel Qeymekamê navçeya Xebat, lejneyek ji parezgeha Hewlêr, Birêvebirê Nahiya kevregozik, û berpirsê rêxirava MCR ya Hewlerê serdana kempê kir ji bo rewşa penaberan ji nêzîk ve bişopînin.”
Mihemmed Liyanî ji Rojava News re got; Heyeta ku hate kempê li gel encumena kempê û penaberê kempê cuda cuda rûnişt û li ser rewşê gotubêjek hate kirin.
Li gor zanyariyên ji Mehemed Liyanî hatine wergirtin; Xelkê kempê di vê gotubêjê de behsa rewşa necîbecîkirina pêdivîyên xorek, pêdiviyên tenduristî û perwerdê kirin. Bi teybet jî nebûna doktorê zarokan, doktorê Jinan û hemendemê jî doktorê teybet bi beşê tenduristî di aliyê dermankirin de levaziya derixê. Hemen demê başkişandin ser wê yekê kû ev pêdivî dibin sedem da penaber kempa bicîbihêlin û berê xwe bidin welatên Ewropî.
Wezîrên geşepêdanê yê Brîtanî Desmond Swayne jî soza çareserkirina wan pirsgirêkan da û hemendemê got; “Di demek nêzîk ji bo ku pêdiviyên penaberên kempa bêne çareserkirin vê hewl bidin.”
Sinem Bakir
10:52:16