Print this page

li Mecaristanê koçberên kurd ketine gereva birçîbûnê

RojavaNews :Hat zanîn ku 7 koçberên kurd li welatê Mecaristanê, ji ber nêzîkbûnên xelet û xwarina xirab, ketine gereva birçîbûnê.

Li gorî ajansên nûçeyan, 52 koçberên ku li ser rêya Ewropayê li Mecaristanê hatine girtin, ketine gereva birçîbûnê.

Tê gotin, di nav wan koçberan de 7 kurd jî hene ku yek ji wan Rojhilatî û yên din jî Başûrî ne.