Rojava News: Endamên Rêxistina terorîstî El-Nusra taxa Şêxmeqsûd taxa Helebê topbaran kirin di encamê wê de zarokekî Kurd jiyana xwe ji destda 3 kesê din jî birîndarbûn.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News: Dohî li dedora 4ê piştî nîvro Rêxistina terorîstî El Nusrayê dest bi topbaraneke giran bi ser Şêxmeqsûd kir, û bêtirî xwe berê tope xwe dane male û ciyê welatiyên sivil.
Di encama Topbaranê de zaroka bi nave Omar Musa jiyana xwe ji destda 3 kesêdin jî bi granî birîndarketin. Li taxê gelek mal û dikan jî wêranbûn, ku piranî nişteciyen deverê welatiyen Kurdin.
Hat zanîn birîndar rakirin nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.
Sinem Bakir
10:58:40