Rojava News: Berdewkê Wezareta Peşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyand ku Peşmergê Rojavayê Kurdistanê bi rêkeftina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Berzanî û PYDê li Rojava di şerê li beranber DAİŞê vê bêne heşidandin.
Berdewkê Wezareta Peşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgut Hikmet di roportaja ku li gel ajansa Anadolu kir anî ziman ku; Çûna peşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi armanca şerkirina li beranber DAİŞê ye û heman peşmerge bi rêkeftina di navbera serokê Herêma Kurdistanê û PYDê ve li Rojava bêne heşidandin.
Hikmet Helgurt got; Rolekî giringiyê Emerîka jî dive rêketinê de heye, pêvist bû berî niha bi salekê ev hêz derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûna, lêbele ji ber lihevnehatina hêzên Kurd plan rawestiya, lê niha divê demê de çuna pşmergeyan guncawe û vê bandore xwe li herêmê li ser şer bike.
Sinem bakır
12:16:37