Print this page

Efrîn .. balefrên Rûsiya bingihên eniya Elnusra kirin armanc


5:27:01 PM

RojavaNews: Balefirên şer yên Rûsiya çend dever li gundewarên Efrînê kirin armanc

Duh êvarî balefrên şer yên Rûsiya çend bingihên eniya Elnusre li bajarokê Dar EL Eza li gundewarên Efrînê bombebaran kirin.

Berî dû rojan jî balefirên şer yên rejîma Sûriyê çend dever li gundewarên Humsê kirbûn armanc ku di encam de bi dehan sivîl hatibûn kuştin û birîndarkirn.

Ev demeke eniya Elnusre riya di navbera bajarokê Dar EL Eza û Qetmê û gundewarê Efrînê de girtiye ji bo nakokiyên di navbera eniya Elnusra u çekdarên YPGê yên bi ser Partiya PYDê de li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê.

Afiya Hacî