Print this page

Til Temirê.. 10 welatiyên Kurd şehîd ketin

RojavaNews :Duh li bajarokê Til Temirê yê rojavayê Kurdsiatnê, otombîlek bombekirî teqiye û di encam de 10 welatî şehîd ketin.

Li gor zanyariyên Rojava News, duh danê nîvro, otombîlek bombekirî li nêzîkî rêbendeke PYD li gundê Elexîbiş ya bi ser Til Temirê ve teqiye.

Di encama wê teqînê de 10 welatiyên kurd ku piraniya wan sivîl bûn şehîd  ketin.

Gundê Elexîbiş dikeve rojavayê bajarokê Til temirê û 2 km dorî bajaroke.

Nalîn Hesen